Hêzên hevpeyman daxwaza alîkariya îstixbaratî ji Wezareta Pêşmerge kir
Berpirsê karûbarên rewşenbîrî û hişyariya niştimanî li Wezareta Pêşmerge, Babekir Feqê Ehmed ji BasNewsê re got, piştî zêdebûna çalakî û êrişên terorîstên DAIŞê, hêzên hevpeyman dixwazin pêşiya wê yekê bigirin û li dijî wan operasyonan pêk bînin.
Babekir Feqê Ehmed her wiha got, helbet bo vê yekê jî pêwîstiya wan bi îstixbarat û agahiyan e loma daxwaz ji Wezareta Pêşmerge kirine di vî warî de alîkariya wan bikin.
Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge da zanîn, wan jî qebûl kirine û got, ji xwe demek dirêj e ev hevkarî û hemahengî di navbera me û hêzên hevpeyman de heye û dê bidome jî.
Basnews
