• Monday, 09 February 2026
logo

Hewlêr.. 6 roj in ti haleteke pêketina bi Korona nehatiye tomarkirin

Gulan Media April 18, 2020 Nûçe
Hewlêr.. 6 roj in ti haleteke pêketina bi Korona nehatiye tomarkirin
Qeymeqamê Navenda Hewlêrê ragihand, ew hewl didin hin asankariyan di qedexeya çûnûhatina welatiyan de bikin û diyar kir, 6 roj in ti haleteke nû ya pêketina bi Koronayê li Hewlêrê nehatiye tomarkirin.

Qeymeqamê Navenda Hewlêrê NebezEbdulhemîd ji K24ê re ragihand, hewl didin li got rênimayên tenduristiyê, gelek asankariyan di qedexeya çûnûhatina welatiyan de bikin.

Tekez kir jî, hîna metirsiya virusa Korona maye, lê cihê xweşhaliyê ye ku 6 roj in ti haleteke pêketina bi Koronayê li sînorê Hewlêrê de nehatiye tomarkirin.

Amaje bi wê da, amarên başbûna nexweşên Koronayê, ku rojane hejmarek ji wan ji nexweşxaneyan derdikevin, bêyî ku ti haletên nû bêne tomarkirin, nîşana serkeftina Hikûmetê di rûbirûbûna wê nexweşiyê de ye.

Herwiha got: “Pabendbûna welatiyan bi rênimayên Wezareta Navxwe û Wezareta Tenduristiyê, cihê dilxweşiyê ye û spasiya wan dikin ku me bi hev re karî rewşê kontrol bikin”.

Hevdem jî Qeymeqamê Hewlêrê spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hemû rêxistinên din kirin, ku di heyama qedexeya çûnûhatinê de hevkarî gihandine malbatên hejar.

K24
Top