• Monday, 09 February 2026
logo

Li Kînya 12 kes hatin kuştin ku qedexeya hatinûçûnê bi sedema Koronayê bipîkiribûn

Gulan Media April 17, 2020 Nûçe
Li Kînya 12 kes hatin kuştin ku qedexeya hatinûçûnê bi sedema Koronayê bipîkiribûn
Polîsên Kînya 12 kes kuştin bi sedema bibpîkirina wan bo qedexeya hatinçûna hatîye sepandin bo xweparêzîryê ji Vayrosa Koronayê. Ev hejmar jî zêdetire ji hejmara mirîyan bi sedema Vayrosa Koronayê di wî welatî de ku tenê 11 kes bûne.

Çalakvan, Wilfrîd Olal, duhî Pêncşembîyê, got: Hemjmara kuştîyan zêdetire û nêzîkî 15 kesane, lê heya niha em lêkolînê dikîn lew tekez dikîn li ser 12 kuştîyan bi sedema binpîkirina qedexe ya hatinûçûnê.

Got jî: Xelik ji polîsan zêdetir ditirse ji Vayrosa Koronayê, xelik ne ji tirsa nxweşîyê demamkan girê dide, lê ji tirsa wê yekê ye ku bihêne girtinê û gêçelan bi wan bikin.

Herweha wî çalakvanî got: Birayrdan bi rawestandian karên dadgehan, piştî belavbûna Vayrosa Koronayê, bûye amrazek bo pere bi dest xwe ve xistinê, ku polîs xelkê digire û sizayên pereyî yên mezin bi ser wan re disepîne çunku dadgeh nîne ku bikarin li dijî wan biryaran rawestin.

Hikumeta Kînya qedexeya hatinûçûnê ji demjimêr 19:00 heya 05:55 li tevaya wî welatî ragehandibû, bi armanca rêgirtinê ji belavbûna Vayrosa Koronayê.

Heya dûhî Pêncşembîyê, li Kînya 234 haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li wî welatî hatibûn tomarkirin û ji evê hejmareyê jî 11 kes miribûn.

K24
Top