• Monday, 09 February 2026
logo

Li Îraqê tûşbûyeka temen 107 salî ji nexweşîya Koronayê çevebû

Gulan Media April 17, 2020 Nûçe
Li Îraqê tûşbûyeka temen 107 salî ji nexweşîya Koronayê çevebû
Fermangeha Tenduristîya Parêzgeha Zîqar raghenad, jineka tûşbûyî bi Vayrosa Koronayê, ku temenê wê 107 salî bûye, ji nexweşîyê çêvebû û vegrya mala xwe.

Hevdem li Kerbela 2 tûşbûyên din çevebûn û hejamra wan kesên li wê parêzgehê ji Vayrosa Koronayê çêvebûne gehişte 70 kesan û tenê 9 kes di bin çareserîyê de mane, di demkê de ku 6 kesan li wê parêzgehê canê xwe ji dest dane.

Li Bexda jî, 11 tûşbûyên din çevebûn û li Dîyala jî 3 kes çêvebûn e.

K24
Top