Trump: Gelek bi hêrs im
Donald Trump gazinan li Çînê û Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) dike û diyar dike, hikûmeta welatê wî wek pêwîst derbarê metirsiyên vîrusa koronayê de nehatiye agahdarkirin, daku xwe ji bo rûbirûbûna wê nexweşiyê amade bike.
Trump got, ew ji wê rewşê bi hêrs e û tekez kir: “Diviyabû welatan derbarê vê yekê em agahdar bikirina, diviyabû ji tevahiya cîhanê re bibêjin, ez bi hêrs bûm, çimku diviyabû zûtir ji me re bigotibana.”
Derbarê wê yekê de ku gelo mebesta te ji welatan çî ye, gelo mebest Çîn e, pirs li Trump hat kirin û wî di bersivê de got: “Ez tiştekî nabêjim.”
Li gor tomarên Koşka Spî, Trump di meha yekem a îsal de ji vîrusa koronayê hatiye agahdarkirin, kesên rexnegir dibêjin, rêveberiya Trump ji bo rûbirûbûna vîrusa COVID-19 gelek dem winda kiriye.
Kes û aliyên ku rexneyan dikin, Trump bi wê yekê tometbar dikin ku Koşka Spî wek cihekê bo kampîna hilbijartinê bikar tîne, derbarê wê yekê de jî ku gelo dê berdewam be li ser kampînên xwe yên bo hilbijartinên serokatiyê, Serokê Amerîakyê ragihandiye: “Dixwazin rewşa welatê xwe ber bi baştirbûnê ve bibim, kampîna hilbijartinê ji min re ne giring e.”
Rêjeya herî zêde ya tûşbûn û mirina bi sedema vîrusa koronayê li Amerîkayê ye, bi awayekê ku heta niha 678 hezar û 210 kes li wî welatî bi vê vîrusê kektine û 34 hezar û 641 kesan jî canê xwe ji dest dane. Herwiha ji destpêkê ve heta niha 57 hezar û 844 kes ji nexweşên koronayê jî li Amerîkayê baş bûne.
Rudaw
