Mesrûr Barzanî li ser aloziya devera Zîna Wertê daxuyaniyek belav kir
Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser aloziyên vê dûmahîkê yên devera Zîna Wertê ya bajarokê Riwandizê û tohmetên ku li hikûmetê hatine kirin, daxuyaniyek belav kir. Naverka peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:
Piştî hewlên serkeftî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê di birêvebirina kirîzan de bi taybet di warê rûbirûbûna Korona û genedeliyê de, hewlekê li dijî hikûmetê dest pê kiriye ku ez piştrast im dê nekaribe pêşiya îradeya hikûmet û xelkê bigire.
Lazim e em li ser aloziyên ku li devera Zîna Wertê ji aliyê kesên ne berpirs ve hatine derxistin, daxuyaniyekê bidin.
Piştî destpêkirina tedbîrên kontrolkirina deverên sînorî ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, hinek kesên qaçaxçî hewl dan hinek kesan ji wan deveran re derbas bkin, ew jî li dijî tedbîrên tenduristî yên hikûmetê bû. Ji bo astengkirina wan hewlan, Wezareta Pêşmerge hêzeka yekgirtî û hevbeş bo devera Zîna Wertê şand. Em li bendê bûn tevahiya aliyan piştevaniya vê pêngava hikûmetê bikin lê mixabin hinek kesan bi enqest û hizreka hizbî hêzeka hizbî li hember wê hêza hikûmetê şandin wê deverê û bi eşkere li dijî hikûmetê derketin. Bi behaneya wê yekê ku qaşo ew der di bin kontrola wê hizbê de ye û hikûmet nikare hêzên hevbeş li wir bicîh bike. Ji ber wê j dest bi avêtina tohmet û buxtanan kirine û mijarên bê eleqe têkelî wan tiştan kirine.
Hêzên hevbeş û yekgirtî, hêzên hikûmetê ne û hikûmet bi xwe biryar dide wan hêzan li kîjan devereka Herêma Kurdistanê bicîh bike. Ew hêzên hevbeş, li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê hatine bicîhkirin. Ji ber wê jî em ji raya giştî ya Kurdistanê dipirsin; çima û bi çi armancekê tenê dijberiya wê hêza ku çûye Zîna Wertê, tê kirin?!
Ez ji welatiyên xoştivî re têkest dikim ku ji bilî hêzên Pêşmerge yên girêdayî Wezareta Pêşmerge ti hêzeka din ya hizbî li Zîna Wertê nehatiye bicîhkirin. Em spasiya wan hêzên siyasî jî dikin ku li hember vê rewşa ku derketiye, nîgeraniya xwe nîşan dane lê bila biryar û desthilatên hikûmetê jî bi yên hizbî re nedin berhev. Hêviya me ji wan ew e ku piştevaniya hewlên hikûmetê bikin bo bicîhanîna qanûn û nehîştina desthilatên ne berpirs û komên çekdar yên şexsî. Daxwaz min ji wan ew e ku biryarên hikûmetê wek biryarên hizbî nebînin û bicîhanîna qanûnê jî wek hevrikiya hizbî nehesibînin.
Behsa du îdaretiyê û hevdû tohmetbarkirin, xizmeta vê rewşê nake. Ew tişta ku niha diqewime, serhildana komekê ye li hember hikûmetê ne hevrikiya hizbî. Em hêvîdar in ew bi hişyarî ligel van aloziyan reftar bikin, li hember ne heq û binpêkariyan derkevin û tiştên baş û xirab mina hev nebînin.
Dema me dest bi kabîneya nû kir me soza rastgobûn û xizmet û binecîhkirina yek îdaretiyê dabû welatiyên xoştivî. Em ti carî qebûl nakin ku hikûmeta yekgirtî tenê bi gotin hebe û di beşeka din ya Herêma Kurdistanê de, îdareyek din hebe û dijberiya hikûmetê bike.
Wezîrên birêz wezîrên hemû hikûmeta Herêma Kurdistanê ne û şîret û biryaran ji hikûmetê werdigirin ne ji partiyan, ev jî daxwazî û arizûya hemû gelê Kurdistanê ye.
Em nûnertiya tevahiya deverên Kurdistanê dikim û li hember bicîhanîna qanûn û biryaran li hemû deveran, bê ferq û cudhaî, berpirsiyar in. Em ti carî rê nadin li Herêma Kurdistanê çendîn îdare li derveyî qanûnê hebin û bibin asteng li hember bicîhhatina biryarên hikûmetê.
Welatiyên xoştivî!
Min bi piştevaniya Xwedê û piştevaniya we yên dilsozên niştiman, ev erka giran qebûl kiriye. Niha jî bi piştevaniya Xwedê û we, emê li ser bicîhanîna qanûn û xizmeta hemû gelê Kurdistanê, bê ferq û cudah, berdewam bin.
Basnews
