HPGê derbarê êrişa li Zînî Wertê daxuyanî da
Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, hatiye belavkirin, roja 15ê Nîsanê, demjimêr 11.30 bo 12.30, firokeyeke cengî ya artêşa Tirkiy, navçeya Zînî Wertê li Başûrê Kurdistanê bombebaran kir û di encama wê bombebaranê de, 3 gerîlayan canê xwe ji dest dan û hatiye gotin, “paşê dê nasnameyên wan bên aşkere kirin.”
HPGê belav kiriye, demjimêr 14.00 heman rojê, firokeyeke artêşa Tirkiyê, binkeya Konîşka li navçeya Zapê li Başûrê Kurdistanê, bombebaran kiriye û ti ziyanên canî çê nebûne.
Herwiha li gor zanyariyan hatine belavkirin, gerîlayên HPGê li çend deveran serbazên Tirkiyê armanc kirine.
HPGê aşkere kiriye, her yek di du êrişan de li Heftenînê serbazek û li Mêrdînê 2 serbazên Tirkiyê hatine kuştine û hejmarek jî birîndar bûne.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di êrişa li Zînî Wertê, 4 gerîlayan canê xwe ji dest dabûn.
K24
