• Monday, 09 February 2026
logo

DIŞI êrîşî ser bîreke petrolê kir

Gulan Media April 17, 2020 Nûçe
DIŞI êrîşî ser bîreke petrolê kir
DIŞI xwe li deverê bihêztir kiriye
Li gor jêderên herêmî duhê direniya şevê terorîstên DIŞIê li başûrê rojavayê Kerkûkê êrîşî ser bîreke petrolê kirine.

Jêder behsa vê yekê dikin ku direngiya şeva buhrî hijmareke terorîstên DIŞIê li başûrê rojavayê Kerkûkê êrîşî ser bîra petrolê ha Xebaze kirine û pevçûn di navbera zirêvanên bîra petrolê û terorîstan de çê bûye û di encam de polîsek birîndar bûye.

Ji aliyeke din ve îro wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê jî eşkere kir ku hijmara terorîstên DIŞIê li qontarên çiyaya Hemrînê zêdetir bûye û terorîst li deverê de çend baregehên nû bo xwe ve kirine.
Top