Serok Barzanî serxweşî li malbata şehîd Elî Mîlî kir
Peyama Serok Barzanî wiha ye
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya xanima Bedîe Hesen Salih, hevjîna şehîd Elî Mîlî û dayika Şehîdan Xetab û Reşad û Rehman gihîşt me.
Ew xanime, wekî hevjîna şehîd û dayika sê şehîdan, yek ji mînakên bilindên xwe gorîkirin û qehremaniya jina kurd e û cihê şanaziya gelê me ye.
Sersaxiyê li malbata we ya têkoşer û tevahiya nas û xizmên we dikîn û xwe bi hevbeşê xema we dizanîn.
Ji xwedayê mezin hêvîdarîn giyanê Bedîe xanim bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Basnews
