• Saturday, 31 January 2026
logo

Serokê Hikûmetê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NYê li Iraqê kir

Gulan Media September 2, 2025 Nûçe
Serokê Hikûmetê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NYê li Iraqê kir

Îro 02.09.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê û Serokê Nûnertiya UNAMI Mihemed El Hesan kir.

Di hevdîtinê de gotûbêj derbarê pêşketinên dawiyê û pêşketinên Herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê de hatin kirin.

Mijareke din a serekî ya civînê jî behsa li ser giringiya parastin û dabînkirina mafên destûrî û mafên darayî yên gelê Kurdistanê û rêzgirtina li pêkhateya federal a Herêma Kurdistanê bû.

 

Rudaw

Top