• Monday, 09 February 2026
logo

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Sersala Êzdiyan

Gulan Media April 15, 2020 Nûçe
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Sersala Êzdiyan
Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê bi bone ya serê sala Êzdîyan peyamek belav kir. Ev jî deqa wê peyamê ye.



Cejna Sersala Êzdiyan li hemî xuşk û birayêt me yêt Êzdî li Kurdistanê û li her dereka dinyayê bin, bi taybetî jî sersala kesukarêt qurbanî yêt destê terorê û yêt ku hêşta di kempêt koçberiyêdane, pîroz dikem. Hêvîdarim cejn û helkeft û bîrhatinêt me yêt bên, di rewşeka baştirda vegerin.

Îsal cejn di demekê da vedigerît ku Kurdistan jî wekî hemî cîhanê ketiye bin bandora Koronayê, her wisa hêşta çarenivîsa bi hezaran xuşk û birayêt me yêt Êzdî yêt qurbanî yêt destê terorê nediyare. Di vê rewşê da pêvidiye em hemî pêgîrî rênimayiyêt tendirustî bîn û xo biparêzîn.

Bi vê helkeftinê careka dî em xuşk û birayêt me yêt Êzdî piştrast dikeyn ku hindî xuşk û birayekê me yê Êzdî wenda mabêt, çi pêwîste dê keyn da ku tiştekê ji çarenvîsê wan bizanîn û revandî yêt mayî jî rizgar bikeyn, dê li ser hewlêt xo jî bo biparêzgehkirina Şengalê û avedankirina deverêt Êzdiyan berdewam bîn.

Cejn û sersala we pîroz bît, her sal bi xêr û xoşî.



Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14/04/2020
Top