Fermandarekî Pêşmerge: Tenê bi vegera Pêşmerge ve rewşa navçeyên Kurdistanê aram dibe
Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Pirdê Heme Rêgir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şaneyên veşartî yên DAIŞê serî rakirine û valahiya ewlehiyê çêbûye û hêdî hêdî çalakiyên terorîstî yên wan jî zêde dibe. Artêşa Iraqê nikare wan cîha biparêze ku di bin destê wan de ye li sînorê Kerkûkê. Nikarin çeperan vedin û nikarin bi temamî li navçeyê jî belav bibin û desthilat bin.’’
Herwaha got: ‘’Tenê bi rêyekî ve dikare rewşa xirab a li wan navçeyan heye li sînorê Kerkûkê bê çareser kirin. Ew jî pêwîste hêzên Pêşmerge vegerin cîhê xwe yê berî 16ê cotmehê. Ji ber ew cîhên navçeyên Kurdistanî ne û tenê bi wî awayî dikare ew navçeyane bên parastin û aram bibin.’’
Basnews
