Peyvdarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê daxuyaniya derbarê Leşkerê Roj de red dike
Peyvdarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Lîwa Ehmed Mismarî li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, ew daxuyaniya ku bi navê Fermandariya Giştî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê derketiye û tê de hatiye ku kesekî ser bi hêza Leşkerê Roj li Lîbyayê hatiye desteserkirin, sexte ye.
Di wê derbarê Fermandariya Giştî ya Hêzên Leşkerê Roj di daxuyaniyekê de ragihandibû, “Gelek malper û rûpelên torên civakî nûçeya desteserkirina Şakir Ferman Binceq ji aliyê desthilatdarên Lîbyayê ve belav kirine, ku ew kes li aliyê hêzên ser bi Tirkiyê ve li Lîbyayê şer dikir. Hin pêgehên ser bi PKKê ve jî derfet dîtine ew kes Pêşmergeyekî ser bi hêzên (Leşkerê Roj) ve ye, wek hewlekê ji bo şikandina navê pîroz ê vê hêzê ye.”
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Leşkerê Roj tekez kiribû, “Ev kesê navbûrî, bi ti şêwe û terzekî di nava hêzên me de ne Pêşmerge bû, belkû ti pêwendiyek di navbera wî û hêzên me de nîn e, ne ji nêzîk û ne ji dûr ve.”
K24
