• Monday, 09 February 2026
logo

Mistefa Kazimî, erkê serekî yê hikûmeta xwe aşkera kir

Gulan Media April 15, 2020 Nûçe
Mistefa Kazimî, erkê serekî yê hikûmeta xwe aşkera kir
Mistefa Kazimî ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye erkdar kirin, erkê serekî yê hikûmeta xwe aşkera kir.

Îro 15.04.2020ê serokwezîrê bo pêkanîna hikûmeta Iraqê hatiye erkdar kirin Mistefa Kazimî di civîneke li gel hejmarek nivîskar û rojnamevanan de ragehand, karê serekî ewe Iraqê ji nakokiyên herêmê dûr bixe.

Mistefa Kazimî got, piştî bibe serokwezîr dê hewl bide guftûgoyên cîdî li gel Amerîkiyan bo çawaniya mana wan li Iraqê bike û her hewldanekî jî dê bide bo rêgirtina li bikaranîna axa Iraqê bo zelal kirina nakokiyên Amerîkayê û Îranê.

Derbarê endamên kabîneya xwe de jî Kazimî got, navê hemû wezîrên kabîneyê amade ye û naha li qonaxa danûstana li gel aliyên siyasî de ye, bo razî bibin û li parlamentoyê dengê baweriyê bidene wî.

Kazimî got, çareser kirina krîza aborî û rêgiriya li belavbûna zêdetir a şewba korona karê herî serekî yê hikûmeta wan dibe.

Basnews
Top