• Monday, 09 February 2026
logo

Sekreterê NYê bersiva Trump da

Gulan Media April 15, 2020 Nûçe
Sekreterê NYê bersiva Trump da
Sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres derbarê rêxistina tenduristiya cîhanî (WHO) de bersiva serokê Amerîkayê da.

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh 14.04.2020ê bi bahaneya ‘’Rêxistina tenduristiya cîhanî di tekoşîna hember vîrusa korona de şikestiye’’ ragehand ku welatê wan piştevaniyên darayî bo wê rêxistina cîhanî dê rawestîne.

Sekreterê giştî yê NYê Antonio Guterres di peyameke ji bo serokê Amerîkayê Donald Trump de ragehand, naha dema yekgirtin û karê hevbeşe bo rêgirtina li zêdebûna belavbûna şewba vîrusa korona ye.

Guterres got, naha demekî guncaw nîne bo kêmkirin an jî ragirtina alîkariyên darayî bo rêxistina tenduristiya cîhanî yan jî bo her rêxistineke mirovî yê din jî wisa.

Heta naha du milyon û hezar û 565 kes li seranserê cîhanê ber vîrusa korona ketine û ji wê hejmarê jî 126 hezar û 900 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Basnews
Top