HDPê ji Parlamentoya Tirkiyê dixwaze Enfalkirina Kurdan weke cenosîdê nas bike
Parlemanterê HDPê yê Wanê Murat Sarisaç, bi pirojeyasayekê daxwaz kiriye ku parlametoya Tirkiyê, Enfalkirina 182 hezar Kurdên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Sedam Husên ve, weke komikojiya Kurdan bide naskirin.
Di projeyasaya HDPê de hatiye gotin ku li serdema desthilata Sedam Husên û di piroseya Enfalê de, rejîma Beis 182 hezar Kurd zîndî binax kirin, proseya Enfalê bi çekê kîmyawî li Helebce gihişte lûtkeyê û zêdetirî 5 hezar Kurdan hatin kumkujîkirin, zêdetir ji 10 hezar kesên din jî birîndar bûn û 4 hezar û 500 gund jî hatin şewitandin.
Di berdewamiya projeyasayê de gotin: “Kurd rastî hemû curên reftarên nemirovane bûn, zêdetir ji milyoneke kesan koçber bûn. Daku ev reftara nemirovane dubare nebe, pêwîst e Parlamentoya Tirkiyê vê pirojeyasayê bike rojev û bipejirîne û Enfala Kurdan weke cenocide nas bike.”
Murat Sarisaç herwiha li ser hesabê xwe yê twiterê derbarê Enfalê de dibêje: “Rejîma Beiê ya hov li Kurdistana Başûr di navbera salên 1986-1989an de sed hezaran Kurd qetilkirin. Va ye îro salvegera cenosîda Enfalê ye. Îro Roja Bîranîna Neteweyî ya Enfalê ye. Ji ber vê yekê, em cardin qurbaniyan bi rehmet yad dikin û kujeren vê cenosîdê şermezar dikin.”
Rudaw
