• Monday, 09 February 2026
logo

Li Derbendîxan kesek din tûşî Koronayê bû

Gulan Media April 14, 2020 Nûçe
Li Derbendîxan kesek din tûşî Koronayê bû
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê encamên nû yên pişkinînan ragehand.

Di ragehandinekê de hatîye, li berdewamîya pişkinînan û geryanê li dûv gumanlêkirîyan, yek tûşbûyê nû bi Vayrosa Koronayê hate destnîşankirin li parêzgeha Silêmanîyê.

Herweha hatîye. Ew tûşbûyê nû, zelamek temen 65 salîye û rûniştvanê qezaya Derbendîxane û berketîyê tûşbûyên berê ne.
Top