• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî 4 taqîgehên din dişîne Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media April 14, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî 4 taqîgehên din dişîne Rojavayê Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, vê hefteyê 4 taqîgehên din ên mezin dişîne Rojavayê Kurdistanê û ne tenê ji bo virusa Korona dê ji bo nexweşiya seretanê jî werin bikaranîn.

Pêştir bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî du taqîgehên pizîşkî yên taybet bi koronayê tevî hemû kereste û pêdawîstiyan hatine damezrandin û du tîmên pizîşkî bo rahênana tîmên tendirustiyê yên Rojavayê Kurdistanê hatibûn şandin, niha jî bi heman biryara Serokê Kurdistanê 4 taqîgehên din ên mezin bo Rojavayê Kurdistanê.

Ew 4 taqîgehên navborî piştî çende rojên din dê bigihêjin Rojavayê Kurdistanê.

Li gor agahiyên berdest ew taqîgeh dê ne tenê ji bo virusa Korona, lê dê ji bo nexweşiya seretanê jî werin bikaranîn.

Nêçîrvan Barzanî 2 taqîgeh ligel tîmên taybet yên pispor şandibûn Rojavayê Kurdistanê û dewre ji wan 26 kesan re vekiribûn ku dê li ser wan kelûpelan kar bikin.

Hefteya derbasbûyî Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Kobanî bi Nêçîrvan Barzanî re axifîbû û daxwaza şandina taqîgehan kiribû, ji ber ku berî ew taqîqeh werin şandin, ti derfeteke din a kontrolkirina virusa Korona li Rojavayê Kurdistanê nebû.

Şandina wan kelûpelan kêfxweşiyeke mezin li cem xelkê Rojavayê Kurdistanê çêkir.

Herwiha piştî ku ew alîkarî gihîştin Rojavayê Kurdistanê, Mazlûm Kobanî li ser twittera xwe spasiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kirin, ku bi awayekê bilez alîkarî şandiye.

Amûra PCR heta niha li Rojavayê Kurdistanê tunebûn û li seranserê cîhanê tenê bi wê cîhazî testa vîrusa Korona tê kirin.

Tîmên bijîşkî yên ji Herêma Kurdistanê, di warê pişkinîn û kerentînekirinê de hevkariya tîmên tendirustiyê yên Rojavayê Kurdistanê dikin û heta niha rahênan bi 26 kesan kirine.

Rudaw
Top