• Monday, 09 February 2026
logo

180 serbazên Kurd li rêzên artêşa Iraqê li Mexmûrê asê mane

Gulan Media April 13, 2020 Nûçe
180 serbazên Kurd li rêzên artêşa Iraqê li Mexmûrê asê mane
Nêzikî 180 serbazên Kurd li rêzên hêzên Iraqê, ji ber qedexeya hatinûçûnê li xaleke kontrolê li Mexmûrê hatine rawestandin û nikarin derbas bibin.

Nêzikî 180 serbazên Kurd ên li nav rêzên hêzên Iraqêî zêdetirî 3 roj e, li xala pişkinînê ya bazargeha Mexmûrê hatine rawestandin û bi şev di nav otomobîlên xwe de radizên.

Bapîr Bedel, xelkê Şingalê ye û koçberê kampa Şêxan e, li nav rêzên hêzên Altûnî ye. Bedel dibêje, 40 rojan bi hêviya 8 roj li mala xwe bimîne li ser erk bû û ev 3 roj e jî li xala pişkinînê derbas kirin.

Piraniya wan serbazên Kurd niştecihên parêzgeha Duhokê ne. Berpirsên parêzgeha Hewlêrê jî dibêjin, bi biryara Wezareta Navxwe, hemû cûre hatinûçûn li nav Herêma Kurdistanê û Iraqê hatiye ragirtin.

Herwiha ew berpirs diyar dikin, ji bo ku rê bi wan serbazan bidin, pêwîstî bi biryareke nû ya Wezareta Navxwe heye.

K24
Top