Şêwekar Nezhad Kewkez Çiyayên Asyayê li Hewlêrê pêşan dide
Şêwekar Nezhad Kewkez, piştî serpêhatiyeke 23 rojan li zincîreçiyayên Tîanşan ên Asyaya Navîn, dîmenên ku bi çavên xwe dîtibûn, li ser 42 tabloyan nexşandin. Ew berhemên ku têkeliyeke hunera realîzm û ekspresyonîzmê ne, di pêşangeheke 10 rojan de pêşkêşî hunerhezan dike.
Nezhad Kewkez, ku ev 17 sal in di warê hunera şêwekarî de dixebite, armanca xwe ya ji vê pêşangehê ji K24 re wiha anî ziman: "Tiştên ku min li çiyayên Hîmalayayê dîtin, min xwest bînim Kurdistanê û bixim ser tabloyan, da ku xelkê Kurdistanê wê bibînin. "
Herwiha got: "Zincîreçiyayên Hîmalayayê xwedî ciwaniyeke taybet in. Çiyayên wir ji aliyê bilindahiyê ve û hem jî ji aliyê xelkê ku lê dijîn ve, ji çiyayên me gelekî cuda ne. Min hez kir ku wê hunerê bi hunera me re têkel bikim û nîşanî xelkê Kurdistanê bidim."
Tabloyên pêşangehê ne tenê dîmenên xwezayê, lê di heman demê de hesta berxwedana çiyavanekî li hemberî serma û seqema dijwar jî radigihînin temaşevanan.
Ronak Beşîr, yek ji serdanerên pêşangehê, hestên xwe wiha parve kirin: "Tablo gelek cuda ne û behsa çiyayên Hîmalayayê dikin. Dibe ku ez wekî ciwanek ne xwedî wî derfetî bim ku li nav wê siruşta bedew a cîhanê bigerim, lê min di tabloyan de tiştên pir xweşik dîtin. Min hest kir ku ez bi xwe li wir bûm. Gava mirovek dikare bigere, serpêhatiya xwe di nav tabloyekê de berçav dike û ji bo me wekî temaşevan vediguhêze."
Di pêşangehê de, 42 tablo hene ku bi têkeliyeke hunera rasteqînî (realîzm) û hunera derbirînî (ekspresyonîzm) hatine çêkirin. Her berhemek, beşek ji hest û ramanên hunermend e ku di encama serpêhatiya wî ya sê sal berê de derketiye holê. Pêşangeh dê 10 rojan ji bo serdaneran vekirî be.
K24
