• Monday, 09 February 2026
logo

Li Zumarê berpirsekî kurd ji posta wî hat dûrxistin

Gulan Media April 12, 2020 Nûçe
Li Zumarê berpirsekî kurd ji posta wî hat dûrxistin
Li nahiya Zumar ya Şingalê, berpirsekî kurd ji posta wî hat dûrxistin.

Qaymeqamê nahiya Zumar, Ehmed Ceifer ji BasNewsê re got, berpirsê polîsê nehîştina gunehbariyan li nahiya Zumar Nizar Gergerî ji posta wî hat dûrxistin û li şûna wî kesekî ereb bi nave Reid Cibûrî hat danîn.

Qaymeqamê Zumar her wiha got, haya me ji vê yekê nebû û bêyî ku bi me re bişêwirin, ew efserê kurd ji posta wî dûr xistin.

Ehmed Ceifer anî ziman ku ew vê yekê qebûl nakin ji ber ku li dijî qanûnê ye û got, ev meseleyeka siyasî ye ji ber ku dixwazin rêjeya kurdan li vê deverê kêm bikin û demografiya wê biguherînin.

Bi gotina qaymeqamê Zumar, ereb dixwazin tevahiya postên deverê bixin destê xwe da ku bi kêfa xwe hereket bikin.

Basnews

Top