Tendursitiya Hewlêrê pêşniyazekê derbarê qedexeya çûnûhatinê dike
Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ji K24ê re ragihand, wan pêşniyaz kiriye heta 1 meha Gulana bê qedexeya çûnûhatinê bê dirêjkirin, lê heta meha 16 vê mehê dema qedexeya çûnûhatinê temam dibe, heger encamên pişknînên tên kirin ber bi başiyê ve bin, hin asankarî tên kirin û hin cihên taybet jî tên vekirin, li divê welatî rênimayan li ber çav bigirin û pabend bibin.
Amaje bi wê da, pişknînên çend rojên bûrî hatine kirin, heta radeyekê mizgîniyên baş dide, ku 48 demjimêrên bûrî de tenê kesek hat tomarkirin. Dikarin bibêjin dilniyabûnek heye, lê ew nayê wê wateyê ku virus bidawî bûye, belkû divê bi berdewam rênimayan bicih bikin.
Ev di demekê de ye, Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Hêmin Qadir ji K24 re ragihand, 13 taxên li Hewlêrê yên ji ber belavbûna vîrusa Korona hatibûn girtin, îro hatin vekirin.
K24
