Boris Johnson: Ez jiyana xwe deyndarê tîmên bijîşkî me
Johnson bo yekem car daxuyanî da piştî derketina ji odeya miqayitbûna tund li nexweşxaneya San Thomas a Londonê.
Wî got: “Ez wan bê hempa sipas dikim, ez bi jiyana xwe qerzdarê wan im.”
Johnsonê 55 salî berî du hefteyan bi vîrusa koronayê ket û ew yekem serkirdeyê cîhanê bû ku dibe nexweşê vîrusê.
Rewşa Johnson piştî hefteyekê xerab bû û Yekşema borî ew hatibû veguhestin bo nexweşxaneyê û li wir Oksijîn wergirt.
Basnews
