• Monday, 09 February 2026
logo

Li Mûşê di nîsanê de xebatên paqijkirina berfê berdewam in

Gulan Media April 12, 2020 Nûçe
Li Mûşê di nîsanê de xebatên paqijkirina berfê berdewam in
Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ji bo rêya gundê Sêmalkan a ji ber berfê hatibû girtin vekin tîmên taybet ên bo vekirina rêyan dest bi xebatan kirin.

Li rêya Sêmalkan a li 2 hezar û 700 metre bilindahiyê ye xebatên paqijkirina berfê dewam dikin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir ku xebatên paqijkirina berfê yên li herêma Çawîştepeyê dê di demeke kurt de werin temamkirin.

Yentur destnîşan kir ku Şeyhmus Yenturê hewleke mezin didin û wiha pê de çû: “Ji ber zivistana zor derbas bû vekirina rêya alternatîf bi derengî ket. Em dê bi 4 makîneyên kar di hefteyekê de xebatên vekirina rêya herêmê temam bikin.”

Celal Tumer ê ajokarê makîneya kar jî got ku ji ber ba û bagerê berf zehf di ser hev de ketiye û tepisiye ji ber wê ew zehmetiyê dikişînin.

Rudaw
Top