Wezareta Ewqafê daxuyaniyek derbarê vekirina deriyên mizgeftan de belav kir
Îro 12.04.2020ê wezareta ewqaf daxuyaniyek belav kir û ragehand: ‘’Li hin torên civakî bi navê wezareta ewqaf ve behs tê kirin ku deriyên mizgeftan li meha Remezan a pîroz de dê vekin, herwaha daxuyaniyên cuda û nerast bi navê wezareta me tên belav kirin.’’
Hat ragehandin: ‘’Em radigehînin ku ew nûçe û gotin dûrin ji rastiyê. Hikûmeta herêma Kurdistanê ji herkes û aliyekî zêdetir kar dike bo vekirina deriyên mizgeftan. Lê naha parastina tenduristiyê û selametiya giyana hemwelatiyên ezîz karê herî serekî yê hikûmeta herêma Kurdistanê ye.’’
Wezareta ewqaf got: ‘’Ev babet girêdayî nînin bi biryara wezaretekî tenê. Lijneya bilind a tekoşîna hember vîrusa korona ya hikûmeta herêma Kurdistanê û wezareta tenduristiyê bi berçav girtina jîngeya tenduristiyê ve biryar li ser wan babetan tê dayîn. Em radigehînin herkes û aliyek daxuyaniyê bi navê wezareta me belav bike dê rêkarên yasayî li hember wî bên girtin.’’
Basnews
