• Monday, 09 February 2026
logo

“Ji ber hejariyê xelkê Rojhilatê Kurdistanê guh nadin Korona”

Gulan Media April 12, 2020 Nûçe
“Ji ber hejariyê xelkê Rojhilatê Kurdistanê guh nadin Korona”
Nûnerê bajarên Pîranşar û Serdeşt ên Rojhilata Kurdistanê radigihîne, hejarî hêştiye xelkê Rojhilatê Kurdistanê kêmtir xema vîrusa Korona dibin.

Nûnerê bajarên Pîranşar û Serdeşt Resûl Xezrî ji malpereke Îranî re ragihand, beşa mezin ji pêwîstiyên xelkê ji aliyê kesên dewlemend û xêrxwazan hatine dabînkirin.

Got jî, belavbûna vîrusa Korona, qeyraneke mezin e, lê ligel wê jî xelkê bajarên Kurdistanê ji ber ku hejar in, bi neçarî rojane ji malê derdikevin û kar dikin, ji ber wê jî guh nadin metirsiyên vîrusa Koronayê.

Ew parlemanterê Kurd daxwaz ji Hikûmeta Îranê dike, tenduristiya welatiyan biparêze û pêwîstiya jî ji wan re dabîn bike.

Li gor amaran, heta niha li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 4 hezar kes bi vîrusa Korona ketine û nêzîkî 375 kesan jî canê xwe jidest dane.

K24
Top