• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê herêmê pîrozbayî li welatiyên Mesîhî dike

Gulan Media April 12, 2020 Nûçe
Serokê herêmê pîrozbayî li welatiyên Mesîhî dike
dibêje em çanda bihevre jiyana aştiyane diparêzin û bihêztir dikin
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta cejna Qiyamet (Qiyametê) peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên Mesîhî kir ku ev jî tekesta vê ye;

Hatina cejna qiyame ya hezretê mesîh silavên xwedê li ser bin, li tevahiya xuşik û birayên hêja yên mesîhî li Kurdistan û cîhanê pîroz dikim, hêvî dikim ev cejna han li gel xwe selametî bo tevahiya mirovatî li cîhanê bîne û mirovatî ji her nexweşî, derd û Koronayê parastî be.

Îsal di demekê de cejna qiyame tê pîroz kirin ku Kurdistan jî weke tevahiya cîhanê jiber Koronayê di nava rewşeke aloz deye, bo selametiya tevahiya aliyan, lazime tevahiya me pêbendî şîretên tendirostî bin û li mal bimînin, hêvî dikim cejn û boneyên me yên pêş di rewşeke baştir de werin pîrozkirin.

Her bi vê minasebetê tekez li ser vê yekê dikim ku Kurdistan weke hertim bo tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî weke navenda bihevre jiyana aştiyane û biratî dimîne, tevahiya me bi hevre kar dikin bo bihêztir kirina ev çanda baş ya Kurdistanê û parastina vê.

Cejna qiyame ji tevahiya aliyan re pîroz be

Xwedê mezin tevahiya aliyan biparêze

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî



Top