Ew taxên Hewlêrê yên ku ji ber Koronayê hatibûn girtin, tên vekirin
Cîgirê parêzgarê Hewlêrê, Hêmin Qadir ji BasNewsê re got, ew 13 taxên Hewlêrê, ku ji ber belavbûna vîrusa Koronayê hatibûn girtin, îro tên vekirin.
Hêmin Qadir her wiha got, têst û pişkinîn li wan taxan xilas bûne û êdî pêwîst nake girtî bimînin.
Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, taxên Kanî Genî, Altûn Sitî, Şêx Ehmed, Karêzan, Zanko, Çinar, Mamostayan, 121 Gulan, Jiyan, Zîlan Sitî û 94 Badawe yên Hewlêrê hatibûn girtin.
Basnews
