• Monday, 09 February 2026
logo

Girtiyeke siyasî yê Kurd hate darde kirin

Gulan Media April 11, 2020 Nûçe
Girtiyeke siyasî yê Kurd hate darde kirin
beriya niha ji girtîgehê reviya bû
Li gor zaniyariyên berdest ji Rojhilatê Kurdistanê, girtiyê siyasî yê Kurd Mistefa Selîmî ku li girtîgeha Seqizê de bû û di dema raperîna girtîgehê de, ji girtîgehê reviya bû, beriya çend rojan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve dîsa hatibû binçavkirin.

Jêder besa vê yekê dikin ku îro li girtîgeha Seqizê, Mistefa Selîmî ji aliyê rayedarên girtîgehê ve, hatiye dardekirin.

Selîmî di dema raperîna girtîgeha Seqizê de reviya bû û xwe gehandibû sînornê herêma Kurdistanê lê belê li devera Pênciwênê hatibû girtin û dîsa radestî hêzên Îranê hatibû kirin û bo Seqizê hatibû vegerandin.

Selîmî bi tawana êrîş kirine ser navendeke leşkerî ya li Seqizê hatibû mehkûmkirin.

K24
Top