Şer di navbera du malbatan de rû da: 2 kes hatin kuştin
Li bajarokê Kelekçî ser bi navçeya Şêxanê ve, îşev demjimêr 10.00, şerek di navbera 2 binemalan de rû da. Li gor zanyariyan di encama wî şerê çekdarî de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Serdar Şêx Yehya, Qayimqamê qezaya Şêxanê ji Rûdawê re ragihand, rewş li wê komelgehê hatiye kontrol kirin û dest bi lêkolînê kirine.
Heval Akreyî, Rêveberê Nahiyeya Kelekçî ji Rûdawê re ragihand, berî nêzikî 5 salan jî şerekê di navbera herdu malbatan de rû dabû û di wî şerî de jî kuştî û birîndar hebûn.
Li gor zanyariyên Rûdawê yek ji wan kesên di encama wî şerî de canê xwe ji dest daye, ne aliyekî şer bûye û dema ku li wê deverê derbas dibû bûye armanca guleyan.
Rudaw
