Rojhilat – Pasdarên Îranê kolberek girtin, paşê kuştin!
Malpera Hengaw ragihandiye, roja 9 vê mehê kolberekî kurd bi navê Esker Mihemedî li nêzîkî gundê sînorî yê Nebî Kendî yê bajarokê Çaldiran hatibû dîtin.
Li gorî agahiyan, ew kolberê han roja 6 Nîsana îsal bo kolberiyê berê xwe dabû sînorê Bakûr lê roja 9 mehê termê wî hatibû dîtin. Tê gotin ku kolberê han ji ber sermayê can daye.
Ji aliyekî din, Hengawê ragihandiye, çend roj berê li devera sînorî ya Bazirgan ya bajarê Makûyê, komek kolberên kurd rastî êrişa pasdarên Îranê hatibûn.
Di wê êrişê de kolberek bi navê Burhan Cinîkanlû hatibû kuştin û 2 kolber jî birîndar bibûn.
Hevalekî Burhan li ser kuştina wî gotiye, pasdarên Îranê destpêkê ew girtin paşê dan ber guleyan û kuştin! Du kolberên din jî bo kuştinê dan ber guleyan, lê ew nemirin û giran birîndar bûn!
Basnews
