• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Helebê êriş

Gulan Media August 18, 2025 Nûçe
Li Helebê êriş

 Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê li firneyekê teqînek çêbû.

Hat ragihandin ku teqîn ji ber êrişeke xwekujî bûye.

Li gorî Ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA), li taxa Meyserê ya Helebê li nêzîkî firneyekê êrişeke xwekujî pêk hat.

Li gorî agahiyên Birêvebiriya Ewlehiya Navxweyî, kesekî ku nasnameya wî ne diyar e kembera xwe ya bombekirî teqandiye.

Di encama teqînê de êrişkar miriye lê di nav sivîlan de ti ziyanên canî çênebûne û kes birîndar nebûye.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê ji bo diyarkirina nasnameya êrişkar xebatên xwe didomînin.

 

Rudaw

Top