• Monday, 09 February 2026
logo

Li Ranya û Soran senterên têsta Koronayê hatin vekirin

Gulan Media April 11, 2020 Nûçe
Li Ranya û Soran senterên têsta Koronayê hatin vekirin
Li bajarên Soran û Ranya senterên têsta Koronayê hatin vekirin.

Îro li bajarên Ranya û Soran yên Herêma Kurdistanê senterên têsta Koronayê hatin vekirin û dest bi kar bûn.

Berpirsê tenduristiya Soran, Karwan Cemal ragihandiye, ew dikarin rojane 150 têstên Koronayê bikin.

Berpirsê tenduristiya bajarê Ranya, Hîwa Mehmûd jî daye zanîn, li Ranya jî sentera têsta Koronayê hatiye vekirin û ew jî dikarin rojane bi dehan têstên Koronayê bikin.

Top