• Monday, 09 February 2026
logo

Amerîka derbarê hizbulaha Îraqê de 10 miliyon xelat dide

Gulan Media April 11, 2020 Nûçe
Amerîka derbarê hizbulaha Îraqê de 10 miliyon xelat dide
ji 2013an ve heta niha di lîsteya terorê deye
Hikûmeta Amerîkayê ragihandiye ku vê 10 miliyon dolar weke xelat bide wan kes û aliyan ku derbarê rayedarên hizbulaha Îraqê de zaniyarî bide Amerîkayê.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Amerîkayê, her kes anjî aliyek derbarê rayedarên elşkerî yên hizbulaha Îraqê de zaniyariyên rast û dirost bide Amerîkayê vê Amerîka bi qasî 10 miliyon dolar xelat bide wan.

Ev daxuyanî ji aliyê wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye belavkirin û hizbulaha Îraqê jî rojane gef li hêzên Amerîkî yên li Îraqê dike.

Di daxuyaniyê de tekez li ser navê rayedarê leşkerî yê hizbulah Kawtaranî hatiye kirin û kesên ku derbarê Kawtaranî de zaniyarî bide Amerîkayê vê 10 miliyon dolar xelat bistîne.

Kawtaranî ji sala 2013an ve heta niha di nava lîsteya teror ya Amerîkayê deye.
Top