• Monday, 09 February 2026
logo

Tehran: Şîyanên me yên navokî vegerîyan asta berî rêkkevtina 2015yê

Gulan Media April 10, 2020 Nûçe
Tehran: Şîyanên me yên navokî vegerîyan asta berî rêkkevtina 2015yê
Tehranê tekez kir, piştî wan pênc pêngavê girtîye ber li kêmkirina pabendbûnên xwe yên navokî, şîyanên wê yên navokê vegerîyan asta berî rêkkevtina navokî û nîşandan 122 destkevtan di bwarê navokî de hate dawîxistin bo piştî kirîza Koronayê.

Ev axivtin di daxuanîyeka gotbêjê Rêkxistîta Wizeya Navokî, Beheroz Komalundî de hat, bi boneya 14mîn salvegera Roja Nişîmanîya Teknîka Navokî.

Kemalundî got, di bwarê teknîkî de, ti bend li pêşîya me nîne, anku kerta navokî di welat de her tiştek pêwîst be dike, hevdem jî em di rêkkevtina navokî de mane; lê me bend û asteng rakirin e û havêtin alîyekê.

Got jî: Karên lêkolîn û geşekirinê di hemû bwaran de dihête kirin û kar bi başî birêve diçe û niha em gehiştîne nêzîkî şîyana berhemhînana me ya berî rêkkevtina navokî.

Kemalundî amaje kir, pêwîst bû evro li gel Roja Nîştîmanîya Teknika Navokî, me 122 destkevtên nû pêşkeş kiriban, lê bi sedema Vayrosa Koronayê, biryar hate dan, bihêt dawîxistin bo piştî nemana kirîza Koronayê.

K24
Top