HPGê derbarê şerên li Amed û Heftenînê daxuyanî da
Li gor daxiyaniya Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG), roja 28ê Adarê qereqola Hêgasorê li navçeya Hênê ya Amedê, bûye armanca hêzên HPGê û “Di vê çalakiyê de derbên serkeftî li mewzî û stareyên qereqolê xistin”. Hatiye tekezkirin ku “hejmara kuştî û birîndaran diyat nebûye.”
Herwiha HPGê aşkere kiriye, roja 5ê Nîsanê, stasyoneke bazê li navçeya Hênê ya Amedê bûye armanca hêzên wan û piştî wê, artêşa Tirkiyê roja 7ê Nîsanê li wê navçeyê operasyonek daye destpêkirin û hatiye gotin, “Ev operasyon 8ê Nîsanê bêyî ku encamê bistîne vekişiyaye. Yekîneya me ya ku çalakî kiribû bi sax û silametî gihîştiye ser cihê xwe.”
Herwiha Navenda Ragihandina HPGê di daxuyaniyek din de aşkere kiriye, gerîlayên YJA Starê, roja 6ê Nîsanê, demjimêr 13.00, li dijî serbazêna artêşa Tirkiyê yên li Girê Konferansê li herêma Heftenînê êrişek encam dane.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, “Derbên giran li stargeh û kozikên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.”
Rudaw
