• Monday, 09 February 2026
logo

Jinên DAIŞî bo Rûdawê: Misilman bi koronayê nakevin

Jinên DAIŞî bo Rûdawê: Misilman bi koronayê nakevin
Li Kampa Holê tedbîrên parastina ji korona nayê standin û rêxistinên navdewletî jî ti alîkariyekê pêşkêş nakin. Jinên DAIŞî yên li wê kampê jî di wê baweriyê de ne, ku “misilman bi koronayê nakevin.”

Bi baweriya hevjînên çekdarên DAIŞê yên ku niha li kampa Holê dimînin, korona ji bo kafir û gawiran e, ne ji bo mûsilmanan e.

Tîma Rûdawê derbasî nav Kampa Holê ya li nêzîk bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bû ku malbatên çekdarên DAIŞê lê dimînin, daku rewşa kampê û tedbîrên ji bo rêgirtin li belavbûna koronayê li wê kampê bişopîne.

Li beşeke din a kampê jî, koçberên şerê DAIŞê dimînin ku xelkê Dêre Zor, Reqa û Iraqê ne. Tevî ku cih û warên wan hatine kontirolkirin, lê venagerin malên xwe û bi gotina wan, eger ew vegerin li gund û bajarên wan kar tune ye, peryan jî bi dest naxin xwe xwedî bikin, lê li kampê, herî kêm, xwarina mehane ji wan re, peyda dibe.

Koçbereke bi navê Muhemed Ezîzî, dibêje, “Rêxistin hatin cem me, em agahdar kirin, qaxez bi wan re bûn, ji me re xwendin, li ser paqijiyê û dûrketina ji kombûnan. Xwarin û nan ji me re tînin konan da ku em necivin.”

Hejmara nişteciyên Kampa Holê li parêzgeha Hesekê 67 hezar û 338 kes in ku ji 48 welatan in. Li wê kampê 21 navendên tenduristiyê hene, rojê pêşwaziyê li 40 haletan tenê dikin.

Rêveberiya kampê dibîne ku di rewşa nexweşiyê de, kontirolkirina kampan bi gelekî ji ya bajaran zehmetir e.

Mihemed Beşîr, Rêveberê Peywendiyên Kampa Holê, dibêje, “Me rihleyên derxistinê ji bo Reqa û Dêre Zorê rawestandin. Serdan û îcaze jî me sekinandin, hinek ji dukanan me sekinandin, ji bo haletên gûmanê, haletek hebû lê piştrast bû ku ne ew e.”

Rêxistina Tendirustiya Cîhanî piştî belavbûna vîrusa koronayê li cîhanê de, derbasî wê kampê nebûye, rêxistinên xwecihî jî amadekariyê ji bo taybetkirina cihekî dikin, ji bo kesên ku guman li wan heye bi koronayê ketibin.

Lê alavên pêwîst bi aşkerekirina koronayê tune ne û weku tevahiya Rojavayê Kurdistanê heya niha ti halet nehatine tomarkirin.

Herwiha ew hevjînên çekdarên DAIŞê yên li Kampa Holê, di wê baweriyê de ne ku kesên misilman bi vê vîrusê nakevin.

Yek ji wan jinan dibêje, “En nexweşî musliman pê nakevin, kafir pê dikevin, Xwedê leşkerekî xwe şandiye.”

Herwiha jineke din jî dibêje, “Ev tenê ji bo kafiran e, ji bo wan kesan in ku zulm kirine. Ev nexweşî ji bo me musliman e ku em nimêj dikin û zekatê didin.”

Rudaw
Top