• Monday, 09 February 2026
logo

Artêşa Îraqê dest bi operasiyonan dike

Artêşa Îraqê dest bi operasiyonan dike
operasiyon li çar eniyan tê lidarxistin
Li gor zaniyariyên berdest vê artêşa Îraqê li dijî terorîstên DIŞIê li du parêzgehên vê welatî dest bi operasiyonan bike.

Jêdereke ewlekarî ji çapemeniya Îraqê re ragihandiye ku vê artêşa Îraqê li her du parêzgehên Diyala û Neynewayê li dijî terorîstên DIŞIê dest bi operasiyonên berfire bike.

Operasiyon li çar eniyan tê destpêkirin û hijmareke hêzên zêde weke hêzên heşda eşîran jî tê de beşdar dibin û balefirên artêşa Îraqê û hevpeymaniya cîhanî jî piştgîrî didin operasiyona bejayî.
Top