Îsraîl amadekariya êrîşeke ji nişka ve li ser Îranê dike
Medyayên Îsraîlê roja Sêşemê ragihand ku Îsraîl ji bo êrîşeke muhtemel a ji nişka ve ji aliyê Îran û Hizbulahê ve amadekariyan dike. Ev yek rojek piştî gefên Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz ên li ser dubarekirina êrîşa li ser Tehranê pêk hat.
Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Ebdulrehim Mûsewî roja Çarşemê ragehandibû ku hêzên çekdar ên Îranê dê bi bersiveke xurttir û biryardartir bersiva her êrîşeke nû bidin got: Sozên şikestî yên û Amerîka Îsraîlê tiştekî asayî ne ye.
Ji aliyê xwe ve Serfermandarê Artêşa Îranê Emîr Hatemî ragehandiye: Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê qanûnên navneteweyî binpê kirine û hemû şiyanên xwe ji bo êrîşkirina ser Komara Îslamî bi kar anîne. Amaje bi wê jî daye, "Ne tenê her du alî negihîştin armancên xwe, lê têkçûna ku wan di êrîşên mûşekî yên Îranê de dît, ew naça kirin ku agirbestê bixwazin."
Medyaya Îsraîlê, di nav de Mearif jî, ragihand ku Îsraîl ji bo şer û bersivdayînê di rewşa amadebaşiyê de ye, di nav de hemû ajansên artêşê, Mossad û Şabak jî hene.
Rageşiya di navbera her du welatan de zêde bûye ji ber ku danûstandin bi cidî ji nû ve dest pê nekirine û Îranê gotiye ku dev ji bernameya xwe ya nukleerî berdan henekeke ecêb e.
Basnews
