• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî piştevanî da Mustefa Kazimî

Serok Barzanî piştevanî da Mustefa Kazimî
Serok Barzanî bi riya telefonê pêwendî bi raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê Mustefa Kazimî re kir.

Serok Mesûd Barzanî di pêwendiyeke telefonî de piştevaniya xwe bo raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê Mustefa Kazimî re ragihand û hêviya serkeftinê jê re xwast.

Serok Barzanî hêvî xwast ku ew pêngav bibe sedema jihevnêzîkbûna hemû pêkhateyên Iraqê û bibe deriyek ji bo çareserbûna pirsgirêkên Iraqê.

Îro bi fermî Mustefa Kazimî bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê hat raspardin, ew jî piştî ku Ednan El Zurfî lêborîna xwe ji wî erkî xwast.



K24
Top