• Saturday, 07 February 2026
logo

Di navbera HSD û artêşa Sûriyê de şer derket

Gulan Media August 12, 2025 Nûçe
Di navbera HSD û artêşa Sûriyê de şer derket

Ajansa nûçeyan a SANA ragihand ku di pevçûnên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên artêşa Sûriyê de li herêma Tel Maaz a li ser sînorê Helebê leşkerek Sûriyê hat kuştin.

Li gor heman ajansê ragehandiye HSDê li herêma Tel Maaz derbasî sînorê artêşa Sûriyê bûn û pevçûn dest pê kirin, leşkerek artêşa Sûriyê hat kuştin û piştre artêşê hêzên HSDê neçar kir ku vekişin bo cihên xwe.

Ji aliyê xwe ve HSDê di daxuyaniyekê de got, "Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyê agirbestê binpê dikin û heke ew berdewam bikin, em ê bersiv bidin û bang li Şamê kir tevgerên ne di cîh de yên hêzên xwe kontrol bike."

Di meha Adarê de, HSDê li gel hikûmeta Sûriyê li hev kirin ku tevlî artêşê bibin, lê hûrguliyên mekanîzmayê nehatin eşkerekirin.

 

Basnews

Top