• Monday, 09 February 2026
logo

Ragehandina evero ya Wezareta Tenduristîya Herêmê

Ragehandina evero ya Wezareta Tenduristîya Herêmê
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 45 a evro, 9ê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand, hejamra tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Korona ya Nû (KOVÎD-19) li Herêma Kurdistanê gehişte 311 kesan û di nav wan de 3 kes mirin e û 135 kes jî çêvebûn e û yên din li jêr çavdêrîya pizîşkî ne. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:

Ragehandina Wezareta Tenduristîyê

Hejmare 45

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:

Kerentîn
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (6,819) hevwelatî bûn di 34 cihên cuda de. Niha tenê (1,533) hevwelatî di kerentînan de man e, (754) li Hewlêrê, (46) li Silêmanîyê, (646) li Duhokê, (48) li Helebce, (9) li Germîyan, (22) li Raperîn û (8) jî li Koye. (5,286) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din di 24 demjimêrên burî de hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (56) Hevwelatî ne.

Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,295) pişkinîn hatin encamadan. (1.047) li Hewlêrê, (148) li Silêmanîyê û (100) jî li Duhokê.

Di encam de, (2) tûşbûyên nû hatin tomarkirin, bi vî awayî:

Li Parêzgeha Hewlêrê: (1) Erênî, ku jineka temenên wan (38) salî ye, rûniştvaan gunbdê Kanî Genî ye û berketîya şînîyên taxa Karêzan in li bajrê Hewlêrê.
Li Parêzgeha Helebce: (1) erênî, ku xoretekê temen (20) salî ye, ku berketîyê tûşbûyên berê ye.
Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (311) kes in, di nav wan de, (3) haletên mirinê hene û (135) nexweş jî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.

Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.



Wezareta Tenduristîyê

Hikumeta Herêma Kurdistanê

9ê/Nîsan a/2020

Top