• Saturday, 07 February 2026
logo

Talîban hemû salonên kuaforiya jinan li Afganistanê daxistin

Gulan Media August 11, 2025 Nûçe
Talîban hemû salonên kuaforiya jinan li Afganistanê daxistin

Malpera nûçeyan a Afganî Tolo News îro 10ê Tebaxa 2025an ragihand ku tevgera Talîbanê li Kabîlê salonên kuaforî û bedewiyê yên jinan bi giştî daxistin.

Malperê li ser kanala xwe ya Telegramê got ku bi sedan salonên bedewiyê li paytexta Afganistanê hatine girtin ji ber ku qedexeyên li dijî jinan berdewam dikin.

Li gor heman malperê ragehandiye: "Şahidan ragihandin ku endamên Talîbanê, dema ku li Kabîlê hin avahiyan kontrol dikirin, dîtin ku salonên bedewiyê hene, ji ber vê yekê endamên Talîbanê yan ew hilweşandin an jî eşyayên wan desteser kirin. Ev yek bû sedem derbeyekî mezin li jiyana aborî ya wan jinan bikeve ku di vê sektorê de kar dikin.

Li gorî malperê, beriya qedexeyê nêzîkî 60 hezar jin li salonên bedewiyê yên li paytextê dixebitîn. Gelek ji wan debara malbatên xwe yên sereke dikirin.

Pispor bawer dikin ku ev gav beşek ji siyaseta Talîbanê ye ku jinan bi awayekî hiyerarşîk ji jiyana giştî û aborî dûr dixe.

Malper tekez dike ku dewleta ku tevgera Talîban hewl dide bi dest bixe, ji bo hebûn û çalakiya jinan cîh nahêle.

Talîban li deverên di bin kontrola xwe de sînorkirinên giran li ser jinan ferz dike, di nav de qedexekirina xwendin û xebatê, derketina bê mahrem û lixwekirina nîqabê, û her weha sînordarkirina tevgera wan li cihên giştî berdewam dike.

 

Basnews

Top