Jinek piştî ji nexweşxaneyê hat derxistin ji ber koronayê mir
Li bajarê Mêrsînê piştî testa koronayê ya welatiya bi navê Fatma Yildiz a 72 salî pozîtîv derket, li Nexweşxaneya Dewletê ya Torosê, 6 rojan jê re çareserî hat kirin û piştre bijîşkên nexweşxaneyê jê re gotin “rewşa te niha baş e, tu dikarî vê pêvajoya dawiyê li malê derbas bikî” û bo malê dişînin.
Fatma Yildiz 2 rojan piştî ji nexweşxaneyê tê derxistin, li malê nexweşiya wê dijwar dibe û jiyana xwe ji dest dide.
Keça Fatma Yildiz a bi navê Nesrin Yildiz dibêje rayedarên nexweşxaneyê bûne sedema mirina dayîka wê.
Nesrîn Yildiz herwiha diyar kir ku ew dê derbarê bûyerê de dozê li dijî kesên ku bûne sedema mirina dayîka wê veke.
Rudaw
