Elî Larîcanî ji bo îmzekirina peymaneke nû ya ewlehiyê li Bexdayê ye
Ajansa nûçeyan a Baxda El-Yewm ragihand ku Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî ji bo îmzekirina peymaneke nû ya ewlehiyê bi Iraqê re gihîştiye Bexdayê.
Larîcanî ji kanala fermî ya Îranê re got, "Ez ê serdana Iraq û Lubnanê bikim û em ê li Bexdayê peymaneke ewlehiyê îmze bikin." Wî got ku li Iraqê sînorek hevpar heye û parastina ewlehiya herêmî pêşîniya wan e.
Wî her wiha spasiya Iraqê kir ji bo asankariyên heciyên çûne Kerbelayê.
Larîcanî got ku ew ê serdana Lubnanê bike û bi rayedaran re bicive da ku peyama Îranê bigihîne gelê Lubnanê, û tekezî li ser "îstîqrar û pêşxistina hevkariya aborî û bazirganî di navbera her du welatan de" kir. Tehran amade ye ku piştgiriyê bide Lubnanê da ku ji krîzên xwe derbas bibe û îstîqrara ewlehiyê li welêt ava bike.
Basnews
