• Saturday, 07 February 2026
logo

Wezîrên derve yên Sûriye û Urdinê û Nûnerê Amerîkayê li Sûriyê li Umanê dicivin

Gulan Media August 11, 2025 Nûçe
Wezîrên derve yên Sûriye û Urdinê û Nûnerê Amerîkayê li Sûriyê li Umanê dicivin

Wezîrên derve yên Urdin û Sûriyê piştî kêmtir ji mehekê dê li Umanê ji bo cara duyê bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyê re bicivin û dê li ser pêvajoya ji nû ve avakirin û ewlehiya Sûriyê nîqaş bikin.

Wezareta Derve îro 10.08.2025ê di daxuyaniyekê de amaje da ku, Urdin dê li roja Sêşemê ji bo nîqaşkirina rewşa Sûriyê û pêvajoya ji nû ve avakirin û misogerkirina ewlehiya wê şandeyên Sûriyeyî û Amerîkayî pêşwazî bike. Herwesa got ku, şandeya Sûriyeyî dê ji hêla Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî ve û şandeya Amerîkayî jî dê ji hêla Nûnerê Tybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyê Tom Barrack ve bê birêvebirin.

Tom Barrack jî ji aliyê xwe ve li ser tora civakî ya Xê di derheqa daxuyaniya Wezareta Derve ya Urdinê de nivîsiye, “Ev pabendbûna me ya hevpar e, ji bo gavekê ber bi Sûriyeyeke pirî pêkhate, aştî û jiyarxweş.

Pêştir Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî, Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyê Tom Barrack li roja Şemiyê (19ê Tîrmeha 2025ê) li Umana paytexta Urdinê civiyan.

Wezareta Derve ya Urdinê di daxuyaniyekê de amaje dabû ku, di wê civîna di navbera Sefedî, Şeybanî û Tom Barrack de rewşa Sûriyê û bizavên aramkirina wî welatî hatibûn nîqaşkirin, herwesa her sê aliyan piştgirî dabû peymana agirbestê ya li Suweydayê û tekez li ser pêdivîtiya pêşîgirtina li zêdetir rijandina xwînê û parastina sivîlan jî kir.

Şerê di navbera Dirûz û Bedewiyan de li parêzgeha Suweydayê ya Sûriyê li roja Yekşemê (13ê Tîrmeha 2025ê) çê bû. Li gorî amara Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, hejmara kuştiyan gihîştiye zêdetirî hezar kesan.

 

Basnews

Top