Kesekî xelkê Hewlêrê ji ber vîrusa korona li Tirkiyê jiyana xwe ji dest da
Li gor zanyariyên BasNewsê ji çavkaniyek tenduristiyê bi dest xistiye, ew kesa nexwaşê penceşêrê bûye û piştî jiyana xwe ji dest daye, aşkera bûye ku helgirê vîrusa korona bûye.
Heman çavkaniyê ji BasNewsê re ragehand, piştî anîna termê wî, bi rêya tîmeke taybet ve dê termê wî ji axê re bê dayîn û bê veşartin.
Hat zanîn ew berketiyê vîrusa korona çend mehe bi armanca çareseriya nexwaşiya penceşêrê li Tirkiyê ye û hîn kontrolên wî yên dawiyê û testên wî derneketiye ku gelo sedemê mirina wî vîrusa korona bûye, yan penceşêr e.
Basnews
