• Monday, 09 February 2026
logo

Hejamara mirîyan bi sedema Koronayê li Firansa gehişte 10,328 kesan

Hejamara mirîyan bi sedema Koronayê li Firansa gehişte 10,328 kesan
Evro li Firansa 417 kesên din bi sedema derde Koronayê canê xwe ji dest dan û ji destpêka belavbûna Vayrosa Koronayê li wî welatî heya niha, 10,328 kesan canê xwe ji dest dane.

Cîrom Sêlmon, rêvebrê giştî yê Karûbarên Tenduristîyê li Firansa got: Di dema 24 demjimêrên bûrî de, 3,777 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatine tomarkirin, bi vê yekê jî, heya niha 78,167 haletên tûşbûnê li seranserî Firansa hatine tomarkirin.

Niha, Firansa li hejmara can jidestdanê bi sedema Vayrosa Korona, pişt her yek ji Îtaliya, Ispaniya û Emerîkayê dihêt û li rêzbenda çarem e di nav welatên cîhanê de, ku heya niha nêzîkî 81 hezaran kesan li seranserî cîhanê bi sedema evê Voarosa kujek canê xwe ji dest dane.

K24
Top