• Saturday, 07 February 2026
logo

Civata Wezîran a Iraqê dicive û raporta Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj dike

Gulan Media August 10, 2025 Nûçe
Civata Wezîran a Iraqê dicive û raporta Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj dike

Civata Wezîran a Iraqê îro dicive û tê payîn ku mijarên girîng ên wekî şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, hinardekirina petrolê û dahatên navxweyî di rojevê de bin. 

Li gorî zanyariyên ku K24ê ji çavkaniyekê li Civata Wezîran a Iraqê wergirtine, biryar e civîn îro 10ê Tebaxê saet 13:00an birêve biçe. Tê payîn ku mijara mûçe û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê wek pêvek li rojeva civînê were zêdekirin.

Di civînê de, wezîrên Kurd dê fişarê li Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîra Darayî Teyf Samî bikin, da ku mûçeyên meha Tîrmehê yê fermanberên Herêma Kurdistanê bişînin. Li gorî zanyariyan, eger îro biryara şandina mûçeyan were dayîn, dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê 120 milyar dînar ji dahata ne-petrolî ya meha Tîrmehê radestî Wezareta Darayî ya Iraqê bike.

Nakokî li ser dahatên ne-petrolî

Xala sereke ya nakokiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de, mijara dahatên ne-petrolî ye. Wezareta Darayî ya Iraqê daxwaza radestkirina 50% ji tevahiya dahatên ne-petrolî yên Herêma Kurdistanê dike. Lê belê, Herêma Kurdistanê amadehiya xwe nîşan daye ku 50% ji dahatên fermangehên federalî radest bike. Herwiha du raporên ku ji aliyê Wezareta Darayî û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê ve li ser mafên darayî yên Herêmê hatine amadekirin, dê di civînê de bên gengeşekirin.

Ji bilî mijara mûçeyê, tê çaverêkirin ku di civîna îro de mijara jinûve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jî were gotûbêjkirin. Berî niha Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî ragihandibû ku dê hinardekirina petrola Herêmê dest pê bike.

Civîna Civata Wezîran a Iraqê ji ber merasîma Çileya Îmam Husên pêş ketiye. Ji ber ku ji roja Duşemê ve heta hefteya bê, li beşek ji saziyên hikûmeta Iraqê betlane ye. Ji ber vê yekê, tê pêşbînîkirin ku di civîna îro de biryara dawî li ser şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê were dayîn.

 

Basnews

Top