Şaxewan Ebdulah bersiveke tund dide Mihemed Helbûsî: Tu Serokê Parlamentoyê bûyî û te nekarî xwe biparêzî û hatî dûrxistin
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulah, bersiveke tund dide Mihemed Helbûsî û dibêje: Tu Serokê Parlamentoyê bûyî û te nekarî berevaniyê li xwe bikî û hatî dûrxistin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulah, bersiveke tund dide Mehmûd Helbûsî û dibêje: Duh li bajarê kurkûkê li yek ji civînên komî yên Mihemed Hilbûsî Serokê Parlamentoyê yê ku ji kar hatî dûr xistin, behsa wê kir ku wî Necmedîn Kerîmî li posta wî ya parêzgeriya Kerkûkê dûrxistiye, her çend ku rehmetî endamê mekteba siyasî ya YNKê bû, lê weke kurdekî ez bersiva te didim û dibêjim, cenabê we serokê parlamentoyê bûy û serokê hizbê jî bûy, te nekarî berevaniya xwe bikî û ji erka xwe hatî dûr xistin, vêja tu çawa dibêjî min Necmedîn Kerîm ji erka wî dûr xistiye, di demekî de ku di wê demê ya rehmetî Necmedîn parêzgar bû, hûn aware bûn li Duhokê û tenê endamê parlamentoyê bûyî.”
Şaxewan Ebdulah herwaha ragehandiye: “Hêvî dikim ku hûn demek xweş li bajarekî ku bi xwîna Pêşmerge û hêzên din ên mîna Enbarê tê parastin, ku neketiye bin destê DAIŞê, derbas bikin.”
Di dawiya peyama xwe de Şaxewan Ebdulah dibêje: “Dê bersivên min ên din jî hebin ji bo gotinên te yên din.”
Basnews
